"Agnetayê nedixwest li ber çavan be û hez nedikir li ser têkoşînê biaxive ku di wê demê de pê re rûbirû maye. Demekî dirêj e min dixwest pirtûkekê li ser jiyana wê binivîsim. Ew di çandeka wisa de dijiya ku cuda bû û dûrî jîngeha wê bû. Min gelek hewl da ku li ser jiyana wê binivîsim û tevî gelek zehmetiyan bi sebir xebitîm. Me bernameyek çêkir û her cara ku ez biçûma Swêdê, min dê bi wê re hevpeyvînek bikira. Herçend me nekarî projeya xwe temam bikin jî, min soza xwe girt û tiştên ku min di vî ...