Jan Dost, bi vê romana xwe, herwekî yên xwe yên berê kurdan bi korbûna wan dihisîne û ewrê avêtiye ser çavên wan dide alî. Bi vê hewldanê, ew bûyera qewimî ji nû ve zindî dike û bi dengê jiyanê ve girê dide. Amûdê: Xwîna Li Ser Minareyê, ne tenê honandineke edebî ya xeyalî ye; ew encama qêrîneke kûr û birîndar e ku ji dilê nivîskar bixwe tê. Jan Dost, berhema xwe li ser hîmê rûdanên rastîn û bîranînên tije êş ava dike. Ew dema heyî û paşeroja wenda hûrhûrî dike; loma barîna hibrê kul e ronkahiya ...