Asmîn, keçîkeke biçûk û meraqdar e. Ew bi ajalên mîna berxik, karik, kûçik, perperîk, golik, morî, cehşik, kosî, pîrhevok, legleg, gogerçîn, dîk, kurmik, cewrik, gur, rovî, çûçik, werdek, pepûk, kew, quling re dipeyîve û alîkariyê bi wan re dike.
Di pirtûkê de 24 serpêhatiyên Asmînê hene. Em bi coş û heyecan serpêhatiyên Asmînê dişopînin.
Asmîn him li xwe digere him jî tiştên nû hînî me dike. Ew di navbera xwe û ajalan de zimanekî nû, gerdûneke fantastîk diafirîne. Bi ger û serpêhatiyê ...