Zekerîya bi xeyala dewlemendbûnê, hemû erdê bavê xwe yê mayî difiroşe. Xeyala wî ya herî
mezin dewlemendbûn e. Ji bo vê yekê jî xencera bavê wî wekî sembolekê di destê wî de ye û di
hişê wî de jî çîroka lehengî ya Elîyê Qumarbaz heye ku wan ji xwe re wekî rêbername dibîne. Lê
gelo Zekerîya dikare bi çîrokên kesên din û bi sozên vala pêşerojekê ji xwe û ji malbata xwe re
ava bike an ew ê jîyanê bike qurbana qumarê?
Romana Yildiz Çakar, Bazirganê Xeyalan, çîrokeke folklorî ...