Dil bixwaze bibe mêvan,
Xweşbîniya te wê bes be!
Bê kêmasî mazûvanî,
Pêşwaziya te wê bes be!
Ger ku vebe qefesa dil,
Zerengiya te wê bes be!
Dawerivin dilop ji dil,
Derûniya te wê bes be!
Û ku kul be dil ji hundur,
Kesandina te wê bes be!
Cebar bixwaze dilê kul,
Textoriya te wê bes be!
Kelijandin bixwaze dil,
Hêzdariya te wê bes be!
Nepejirîne dirûn dil,
Rêzdariya te wê bes be!
Xaçepirs be hun ...