Bêserûşûnbûyîna mamê wî, kuştina heval û dostên wî… Herî dawiyê brayê wî jî yekser bêserûşûn dibe. Ew bi xwe jî hîç li deverekê cihgir û cihwar nabe. Neçarî ti caran pêşiya wî bernade lê gelek carinan karên gelek baş biserektî jî dike.
Çîroka jiyana wî ji salên 1960-ê hêj dema ew nû dest bi dibîstanê dike destpê dike, di salên 1970-yan de êdî ew xortekî şoreşger e, têra xwe çavnetirs e jî. Ev sal, her ew sal in dema Şoreşa Îlonê li başûrê Kurdistanê bi ser dikeve, rejîma Be’siya ...