Ez jî kurd bûm. Gava ku min hal û rewşa miletê xwe dinêrî û dixwend pir dilê min dişewitî, ez ber xwe diketim, kêfa min dişkest. Çima miletên din di nava îlm û îrfanê da, zanebûnê da bûn, xwedîyê dîroka xwe, çanda xwe û zimanê xwe derdiketin, pê ra şa dibûn; miletê min ji wan dûr mabû? Min heyret dikir.