“Tu li çi temaşe dikî mamocan? Çi ye ew tiştê ku evqasî tu dûr biriye?”
Min serê xwe bi berjor ve rakir, li ezman nêrî û got:
“Rojavabûn...”
Ew şaş ma.
Wî jî lê nêrî.
Lê li çi?
Ji ber ku çavên wî li tiştekî cuda digeriya, nikarîbû bibîne.
Divê min jê re rave bikira...
Min xewna sî salî, di nav çend kêlîkan de, bi kurtahî jê re rave kir.
Min hinek ji çîroka xwe jî pê re parve kir, ne ji girêkên giyanê xwe...
Wê gavê...
Çîrokek di rûyê wî ...