Temenê min dihate çil û çaran. Di van çil û çar salan de gelek xewn û xeyalên min ên xweş
çêbûbûn. Lê van xeyalên min tevan, li gorî demê, her car cî diguhertin. Geh diketin pêş, geh
diketin paş de. Tenê xeyaleke min hebû cî nediguhert, herdem di pêş de bû. Ew jî dîtina Memo
bû. Di kêlîka ku ez li ber mirinê bûm jî ew yek di bîra min de bû, lê dîsa jî bêbaweriyek dizoke di
kendavên dilê min de hebû ku herdem bi pistepist di guhê min de ji min re digot: “Xwe
nexapîne, tu ...