Çîrokên biwêjan, di çanda her gelî de cihekî bi rûmet digirin. Lewre ji bûyerên balkêş pêk hatine, loma jî gelekî bala mirovan dikişînin. Ev çîrok di mêjiyê mirovan de ciyekî wisa digirin ku ji wir derketina wan zêde ne guncan e. Bi rastî jî mirovê ku çîroka biwêjekê bibihîze yan jî bixwîne, nikare zû bi zû wê ji bîr bike. Her çi qas biwêj raste rast ne şîret û pend bin jî, lê bi hîkayet û bi wateya mecazî gelek caran ji mirov re dibin şîret û pendên herî xurt, di çîrokên biwêjan de hêza afirand ...