Demên berê dema çîrokbêj an jî stranbêj dibû mêvanê malekê yan jî gundekî, wê şevê cîranên
wê malê bi hatina çîrokbêj an stranbêj re li malê kom dibûn. Dema çîrokbêj an jî stranbêj dest bi
gotinê dikir, deng ji tu kesî dernediket. Hin çîrok ewqas dirêj bûn ku çîrokbêj heft roj û heft şevan
digot, çîrok hê bi nîvî nedibûn. Jixwe çand, huner, urf û adetên civakan ji dîrokê bi riya devok,
çîrok û stranan heta roja îro hatiye. Yanî em dikarin bibêjin çîrok û stran dîroka civakan ...