Hebû, qet tunnebû. Zikê her kesî têr bû.
Saneko rojekê çû daristanê. Li wir cara pêşîn wî zirafeyek dît
û gelekî şaş bû. Zirafeyê bi rûyekî ken got:
“Ji ajalên mezin metirse,
Tim ji yên xerab bitirse.
Laşên gir an hûr pîvana xerabiyê nînin
Xerabiyê di awiran de bigere.”
Gelo Saneko wê çi bike?