Çivîkeke Yekbask, bi silsileya bûyer û serpêhatiyên xwe yên ku li pey hev tên û mirovan şaş û metel dihêlin, bi dewlemendî û kûrbûna mirovên tê de, bi zimanê çîrokî ku carcaran dikeve dirûvê roportajeke sext û dijwar; bi kamilî romaneke Yaşar Kemal e. Kurtbûna berhemê, rastiya romanbûna wê naguherîne.
Ev berhem herwiha romaneke serdemê ye jî: Bajarokekî xweyî efsûneke tarî ku nayê zanîn şêniyên wî çima terka wî kirine, midûrekî postê ku tayîna wî dane vî bajarokî lê bi tu awayî nikare here ...