Ji roja yekem a ku min dest bi xebatên li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir û vir ve min ev yek bi eşkereyî got; dîroka Kurdan, divê ne ji aliyê kesên din ve; lê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bi Kurdî bê nivîsandin. Ev ne tenê daxwazek e, di heman demê de mecbûriyeteke zanistî û exlaqî ye. Ji ber ku her ve gotina ku bi zimanê serdestan tê avakirin, nêrîna serdestan jî bi xwe re tîne. Heta ku Kurd, tişta ku aîdê wan e bi zimanê xwe û bi şahidiya xwe îfade nekin, wê dîroka wan kêm û çewt bimîne.
...