Memedê Panîyê hemçaxê dengbêjên Serhedê yên navdar wekî Şakiro, Tahiro, Keremê Oxçîya, Ehmedê Hêliksan Xosrofê Demya û Nûredînê Meter e. Herçiqas wî jî wekî gelek dengbêjên Serhedê qewimînên sedsala borî gotibe jî, wî naveroka wan qewimînan li gor şêwe û tehra xwe çêkirîye û straye. Dema em li kilamên wî guhdarî dikin, şêwaz û meqameka taybet û xurt tê dîtin. Ne tenê muzîkalîya wî, herweha ji hêla bikaranîna ziman û sêwirandina hûrgilîyên jîyanê ve jî xwedî terz û hêzeka mezin e. Di vê pirtûkê d ...