Miftî Ebdurrehîm Cizîrî, ji gundê Behmûrê yê bi ser Cizîra Botan ve ye. Di sala 1959an de ji dayik bûye. Niha hîn li heyatê ye û li navenda Cizîrê, li medresa xwe bi dersdana feqiyan ve mijûl e. Ew pîştî 35 sal wezîfeya fermî, di sala 2016an de xanenişîn bûye. Ji ber şert û mercên wezîfeya fermî û hinek sebebên dî, encax piştî xanenişînîyê kariye xizmeta edebiyata zimanê xwe bike. Ji bilî şairiyê, xebatên wî yên wergervanî jî hene, ku çend kitêbên ilmî û edebî ji Erebî û Farisî wergerandine Kurd ...