Dema ku we NÛRÎ DÊRSIMÎ jî hilda û xwe gihande paytexta dilan, hûnê bibînin dilnizmî û pêşwaziya ŞÊX SEÎDÊ KAL. .
Ewçex, wê ŞÊX EVDIREHMANÊ AXTEPÎ û MEWLANA XALID li dû MELAYÊ BATEYÎ
biwaqînin mewlûda kurdî li ser ruhê şehîd û cangoriyên Kurdistan...
Jibîr nekin ELÎ HERÎRÎ ha eman! Û bila bêne civata we BEHLULÊ MAYÎ, PÎREMÊRD û BABE TAHIRÊ URYAN.
Û ewê SEYDAYÊ TÎRÊJ, di berbanga beyana sibehê de û bi zerîqên tîrija rojê re, rohnî bide Laleşa Nûranî û dê mizgîna azadiyê bid ...