Dîwana Şerq û Xerbî yek ji stûnên edebiyata cîhanê ye û ji tarîxa ku çap bûye vir ve cîyê xwe yê mustesna her diparêze. Bi form, muhtewa û zimanê xwe ew di kanona edebiyata Ewrûpî de tekane kitêb e ku di nav du cîhanên ji hev cihê yên “şerq” û “xerb”ê de pirekê ava dike. Ji ber vê taybetiya xwe Eric Ormsby wê di vê sedsalê de ji wek berhemeke şoreşger bi nav dike.
Dîwana Şerq û Xerbî ji 1819’an hetanî niha bi gelek zimanan weşiyaye. Cara ewil e, wergera Kurdî ya vê berhema ji wêjeya cîhanî ...