Di pirtûka xwe ya li ser edebiyatê de, Latîf Epözdemir balê dikişîne ser wê yekê ku edebiyat bingeha ruhê neteweyî û nasnameya gelan e; reng û kesayetiya wê jî rasterast bi zimanê ku pê tê afirandin re girêdayî ye. Epözdemir destnîşan dike ku her çiqas zimanê nivîskarekî her carê eslê wî nîşan nede jî, berhem bi kîjan zimanî be ew dibe mal û xezîneya wî zimanî. Di pêşveçûna civakan de roman avahiya hişmendiya hevpar e, destan bîra dîrokî ye û helbest jî hest û derdên kûr ên miletan tîne ziman. M ...