fare - Şems Qemer
Efare bi şêwaze şîpehiş hatiye nivîsîn û bûyer bi çavê zarokekî tên vegotin. Nivîskar bi çûnûhatinên di navbera paşeroj, sibêroj û îroj de tirs û metirsî, xewn û xeyal, hêvîdarî û hêvîsariyên zarokekî bi zimanekî zarokane vedibêje.
Nivîskar dike ku em careke din û bi çavekî din li bûyer û rûdanên li dora me diqewimin binêrin ku gelek caran em wan bûyer û rûdanan wek “kîtekîtên bêqîmet” dibînin. Di lênêhirtina wan “kîtekîtên bêqîmet” de em bi ser dinyaya hundirîn a zar ...