Ev pirtûka ku aniha di destê we de ye ne tenê çîroka dilkovan a qelemşorekê ye ku bi warê xwe yê qedîm ve girêdayî ye û vedigere sedsala şazdemîn, herweha ew, di heman demê de nîşaneya wê ye ku Denîz Ozgur, wekî stêrkeke geş li edebiyata me dibiriqe, her ji niha ve şûn digire di nav yên nejibîr de.
Denîz Ozgur, lehengê xwe yê ku şopa wî di kûrahiya dîrokê de dişopîne û wekî neqşekê ta bi ta li rêzikan diniqişîne, bi van gotinên weha dide nasîn: «Ew welê ye tu dibê qey meriv giyanê dem ...