Pirtûka Abdurrahman Önen ya bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê-V: Çewlîk” ji Weşanxaneya Weqfa İsmail Beşikci der çû. Pirtûk berdewama rêzeya pirtûkên bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê” ye. Berî vê pirtûka erdnîgariya Çewlîkê, pirtûkên der barê ernîgariya bajarên Agirî, Wan, Bedlîs û Mûşê de jî hatibûn weşandin.
Erdnîgariya Kurdistanê ku bi xweşikahiya siruşta xwe û dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd tê zanîn, heta niha ji hêla Kurdan ve bi qasî ku heq dike nebûye mijara xebatên lêkolînî û da ...