Îhtimaleke mezin, ew hevokên bi “Ez Eyşe Şan im” re dest pê kiribûn, ne ji bo nivîsandina jiyanekê bûn lê her gotineke ku li pey wê hevokê rêz bûn, ji me re behsa çîroka hunermendeke jin -Eyşe Şan- dikirin ku ew bêwestan li pey dengê xwe diçû. Bêguman gelek zehmet e, wekî zarokeke keç li nava malbata lê hatiye dinê, paşê wekî jineke ciwan, wekî dayîkekê, wekî hunermendekê û di gelek nasnameyên din de xwe bi cih bike. Di ser wan hemûyan re nasnameya wê ya kurdbûnê jî lê zêde bûye û zehmetiyên jiy ...