Em dibînin ku kar û xebatên kek Kemal Tolan gelekî muhîm in ku bi salên demdirêj wekî xemxûr, lêkolêr û berhevkarê çand û dînê Êzdayetîyê, xizmeteka baş dike. Dîsa em dizanin ku gelek xebatên kek Kemal wekî kitêb hatine çapkirin û ketina xizmeta tevahîya kurdên kurdîaxêv. Beyî guman, ev qonaxeke gelek girîng e û meriv dibîne ku xebatên kek Kemal, ji aliyê gelek akademîsyen û lêkolêrên cîhanê ve, wekî çavkanî dihên bikaranîn û xwe li ser zengînîya metna nivîskî zêde dikin. Ji ber rewşa Rojhilata ...