Evdirehîm Rehmî Hekarî, di sala 1890î da li Elbakê tê dinê. E. Rehmî Hekarî, Lawê Mehmet Pertev Begê Teyarî ye. Ji alîyê bavê ve seyîd e ku digihîje Abdulqadirê Geylanî û ji alîyê dêyê ve jî digîhîje şêxên Erwasîyan. E. Rehmî dibistana sereke li Elbakê û ya navendî jî li Wanê, li dibistana Darulmuallimînîyê dixwîne. Di vê navberê de, di ber de, li medresaya dînî jî fêrî dersên olî dibe ku ji ber vê yekê zimanên erebî û farisî jî baş hîn dibe. Di dawîya medreseyê da ji Seyîd Taha Erwasî îcazetê d ...