Min rahişt çend dilop hubir
Di nirxên civaka qedîm dakir
Rûkir curmê dîrokê
Kuta bi mîrkutê eşqê
Xist kîsê razên jiyanê
Û li ser pişta xwe barkir…
Temen gihîşt şêst salî
Bi tevneke serbest û amatorî
Çîrokên pêjnên kurdewar bi şax û gulî nijinî
Min rahişt lodê û li ser dika heqîqetê danî…
Hêstrên ku ji kaniya dil dawerivîn berhevkir
Wek çavdêrekî di bêjinga siyasetê werda
Li ser pişta bager û bablîsokan siwar kir
Û bi ber felsefeya ...