“Ez mistek qûm im di peravên çavên te de, ji bo Xwedê tu negirî ku ez neyêm xwarê”
Kitêb, merhebayeke nerm dide me weke “ax”eke ji hev vebûyî.
Henûniyeke hestiyar û rêzikên têr eşq tîne û li nava dilê me dide.
Carna bêhêvîtiyek, carna îsyanek û carna jî bêxemîtiyeke bi biryar ji kakila kitêba me xwe dide der.
Ahenga ruheke rastîn e “Gotinên Nivcomayî” carna spî carna gewr, carna qetran, carna giran, carna berdewam lê ne nivcomayî..
...