Malhebûna mirovekî, mal û milkê wî çi be, malhebûn û dewlemendîya neteweyan jî çand û hunera wan e. Ango xwediyê çi çîrok, helbest, çîrvanok, kelam, efsane, tiştanok, gotinên pêşiyan, lawje, stran, stranbêj û hwd be ew netewe ewqas dewlemend tê hesibandin. Mirov an jî dewletek, her çi qas demekê dewlemend be, ango zêr û zîvê wê pirr be û erd û milkê wê zêde be, dem tê ew erd û erdnîgarî hemî ji dest diçe, mal milk namîne, dikeve halekî xirab. Lê belê çi bê serê wî neteweyî û her tişt dest biçe j ...