Di Gulîstan û Şevê de Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji ‘dijminê’ xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a merivê Kurd bi bîra me dixe.
Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê ‘tekmîlê’ dideyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne ‘tertîbê’ xwe Dilşad û jê re ...