min kurdistana xwe ava kir
li aliyê çepê yê welatê dilê xwe
ez dixwazim bibim ferîşteyê azadiyê
ez dixwazim fêrmiskên hemû dayîkan kom bikim
û li nava dilê xwe yê birîndar bigerînim
bikim dermanê azadiyê...
bila fêrmiskên dayîkan bibin xwîna jiyanê
û di nava tamarên bedena min de bigerin
min berê xwe daye evînistana welatên bilind
ez dixwazim hemû kurdistanan kom bikim
ji nava dilan