Romana bi taswîrên xurt ên herêma Botanê û hest, raman û berxwedana têkoşerên azadiyê
hûnandî, xwendevanên xwe bi xwe re dibe navsera çiyayên welêt û geliyên têrberf û
şînayiyên rengîn, kaniyên avsar, daristanên tije teyrûtilûr. Bi xwendina her rûpelê re çêja
jiyana têkoşerî, berxwedana li hember dijwariyên xwezayê, bîrûbaweriya di bin her şert û
mercî de bi doza welat û azadiyê ve bêqetandin girêdayî, giyana hevaltî, desteka bêhempa
a welatparêzî û dewlemendiya wêjeya k ...