Salên 90’î. Piştî derbeya eskerî a Îlona sala 80’yî. Li Bakurê Kurdistanê. Ligel şerê taybet, meşandina şerê qirêj, li pêş çavan desteserkirin û şopwindakirina Kurdan. Rêxistinên tarî û kujerên ji kûrahîya dojehê hatî. Salên bi seqaya tirs û xofa mezin rapêçandî.
Li Amedê, li derdora dersxaneyekê berfirehbûna bûyerine nasyar. Jîyana rojane a Selîm, Wedat, Gulîstan, Perîxan û hinên din çawa nola hemû hemwelatîyên Amedê bi awayekî xwezayî dawîya dawî dibe armanca rêxistinên tarî. Destê ...