Ji kenê te mistekê dixwazim Puxte bû êşa min ji lêvên lerizî Tevzi rabûn li navsereyîya sirgûnîya min Ji tamijandina maçeke hêsîrgirtî bû kenê te Bû goristana hisên payîza paşîn xwelidanka li ser maseyê Li rêya revê gerîyam di binê fîncana qahweya te de Fala min derew bû Xezalek ket oxira xeyalên surrealist Di deryaya fantaziyên min de xeniqî henûniya te Bi ser avê ket darbresta kezîyan Wext, bûbû hustek tumayî û erînek xizanî Xwezî wê şevê mêvanê te bûma Dinya ne xem bû sibehê, payîzxêra vî dil ...