Şehîd, asoya me ne. Stêrkên Bakur in ji me re. Em deyndarên wan in. Lewre ji bo ku pêşiya jiyana me, azadiya me û emrê me vekin, wan emrê xwe feda kir û çûn… Ji ber wê em deyndarên xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî ne. Heke rojekê me ew ji bîr kirin, em ji rêya wan derketin, ji rêya xeyalên wan derketin, bila di serî de em xwe ji bîr bikin. Bi qasî ku em şopdarên têkoşîna wan in, divê ewqas em ji jiyana wan, ji kesayeta wan haydar bin, wan nas bikin. Min jî bi vê nivîsê re xwest deynekî derengmayî ...