Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
Xwînerên kurd heta nuha Helîm Yûsivî bi berhemên wî yên xwedi rehendeke bihêz ya surreal, sembolik û alegorîk dinasin. Lê di Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû de Helîm Yûsiv vê carê ji xeyal û fantaziyên afirandinê dûr dikeve; herçend berhemê bi teknîkên romanê binivise jî, hemû rûdan û kesan ji jiyana rasteqîne werdigire, bi tenê navên hîn kesan diguherîne. Yûsiv vê yekê wisa rave dike: "Gava jiyan bi xwe ji xeyalê biwêdetir be, pêdivî bi bûyer û kesên xeyalî namine ...