Roman, bi serê xwe bargiranîya jîyanê ye; rûpelên vê romanê tije hêsir, keser û bîranînên winda ne. Her karakterekê di nav pelên wê de, perçeyekî ji êşên kûr ên mirovahîyê hildigire. Lêbelê, ya ku vê êşê girantir dike, bêdengî û bêeleqedarîya dinyayê ye. Mirov, li hemberî qîrîna bûyeran guhên xwe ker dikin, çavên xwe digirin û di tarîya xemsarîyê de winda dibin.
Bêeleqedarîya civakê ya li hemberî pirtûk û çîrokên mirovî, nîşaneya sarbûna dilan û tenêbûna sedsala me ye. Qîrîna gelê Kurd û êş ...