Gelo aniha jî ez hîn herî pir ji rengê sor hez dikim, nizanim. Kî dibêje bila bibêje û wê hîn pir
bibêjin, reng û hezkirina rengan tim weke xwe dimînin, bawer nekin. Reng jî derban dixwin, birîn
dibin, diqarin, dîl têne girtin û carinan di nava valahiya nava me, aso û Xwedê de dimirin. Ez hîn
jî pir ji sor hez dikim û ji aliyekî ve jî pir jê ditirsim. Çima wiha ye, ez vê jî nizanim, lê dibêjin
rengê sor zeman bi mirovan dide jibîrkirin, dibêjin bi her kesî, hema hema bi her k ...