Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe tevbigerim. Ew ji bo min êdî hesret in. Felekê pişta min şikandiye, daye ser doşega sar. Derzî û derman taştê, firavîn û şîva min in. Nexweş, neçar û aciz im. Wextên ku êşa min datîne yan jî kêm dibe, ez dikevim riya daboriya jiyana xwe, diçim, diçim, têm rojên îro; dîsa doşeg, dîsa balgehê ez ...