Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda “xwe’’ û “wî’’ de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî l ...