Dîroka Kurdan ne tenê di lênûsk û belgedankan de tê
nivîsandin; ew di kevirên şikestî de, di xwîna şehîdan de û
di dengê dayikan de tê parastin. Ew wekî çîrokeke dirêj e
ku di nav xwîn û bîrê de hatiye hûnandin. Hinek rûpelên wê
li ser çiyayan in, hinek li ser kolanên bajaran, hinek jî di dilê
diyasporayê de tên parastin. Hinek bûyerên dîrokî hene ku
wekî birîneke vekirî dimînin; her ku dem derbas dibe, ew
birîn dîsa xwe nîşan dide.
Ji Kela Dimdimê heya Ko ...