Di vê xebatê de, ji bo ku hêsan bibe, di her unîteyê de wateya peyvan û terîfên rêziman bi zimanê tirkî jî hatine nivîsîn. Heke bi baldarî li ser bê sekinandin û kedek biçûk bê dayîn, bawerim kurdî hînbûn wê pêkan bibe.
Tecrubeyan nîşandaye ku ji kesên kurdî dizanin alîkarî hildan û hawirên ku kurdî tên axaftin mayîn û li ser peyvan sekinîn, lê bi taybetî jî dubarekirina dersan, ji bo hînbûna ziman risteke baş pêk tînin.
Wekî mamosteyek ku hem di dibistanên d ...