Va ye ez îro pê hisiyam. Îro li ser laşê wê yî ku êdî bûye ax digirîm. Ew ax jî ji min dûr e. Ez ji payîza par ve yêtîm im û haya min ji min tune ye. Ez wek çiyayekî bêrê di holê de mam. Ma cîrana me Siltana ku her tim dihat binê dara me ya benavê li cem Pîrika min rûdinişt, ji xweşiya dilê xwe digot: “Keçka bê dê, weke çiyayekî bê rê ye.” û va ye ez jî bê dê û bê rê mam.