Nizamiyê Genceyî (1140-1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayika xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhelata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştiye çarkenarên cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negihîştiye payeya wî ya ...