Mamoste ne tenê ew kes e ku xwedîyê karê perwerdehîyê ye. Mamoste jî wek her mirovî, xwedî hest û pejnan, bîr û bawerîyan, jîyan û evînan e. Di vê berhemê de mamosteyekî ku teze dest bi karê xwe kirîye behsa şagirtên xwe, dibistana xwe, perwerdehîyê, hevalên xwe yên ku weka wî mamoste ne û behsa serpêhatî, jîyan û evîna xwe dike.