Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em behsa dîroka xwe ya nêz jî dikin wek parçeyek ji dîroka
sosyolojiya me ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya me. Bi vê behsê re em li pey xwe vedigerin û li ser
xwendinên xwe difikirin, wan dinirxînin.
Ev xebat vexwendinnameyek e jî ku em xwe bêhtir bikin mijara nivîs, fikirîn û nirxandinê; belkî bikarin
mihasebeyekê bikin di ser xwendinên xwe re; ya giringtir, hev nas bikin, dawa xwe ji hev re vekin. Em bi hev re
bi ...