Mecmûat-us Serf
Ev berhema han, ji çar kitêbên bi navê Emsîle, Bîna, Îzzî û Meqsûdê pêk hatiye.
Ev her çar kitêb derheqê ilmê Serfê de ne.
Bi salan e ku di hicre û medresên me de weke kitêbên rêzê tên xwendin û jiberkirin.
Feqiyên ku dema li medresê dixwînin, bivê-nevê van her çar kitêban dixwînin.
Şerh û tehqîqa van kitêbên klasîk ji aliyê Mela Ebdusselamê Bêcirmanî ve hatine kirin.
Di pêşerojê de me niyet e ku em kitêbên rêzê yên din jî bi vî awayî çap bikin.
...