Bê guman çîroka Mem û Zînê berî Mela Mehmûdê Bazîdî, berhema nemir a helbestkarê mezin Ehmedê Xanî tîne bîra meriv.
Bê guman Mela Mehmûdê Bazîdî di bin bandora Ehmedê Xanî de maye, ku ev yek jî ne qisûr e, çi ku hem Ehmedê Xanî û hem Mem û Zîn îro jî bandora xwe bi hêz didomînin. Lê girîngîya berhem û guhertoya Mela Mehmûdê Bazîdî ew e ku wî berhema xwe bi pexşanî nivîsîye, ne bi awayekî helbestî. Li vir jî, her çi qasî Mela Mehmûdê Bazîdî wekî şagirdê Ehmedê Xanî bê xuyakirin, lê wî ...