Ez ê behsa jiyana xwe bikim ku bi tenê ji du xalan pêk tê. Bîst salên ji rêzê, bêwate, bêruh,
bêarmanc û vala û neh rojên tije, bicoş û zindî. Ez ê çiqas bikaribim bînim ziman, nizanim. Belkî
dema min têr neke. Belkî hêza min negihîjê. Belkî peyvên min bitevizin, bimirin û têr nekin. Lê
di van du rojan de, heta wê kêliya pîroz ez ê ji ser vê kompîtura xwe ranebim û ji vê odeyê
dernekevim. Heta telefona min lê bixe û ew kêliya pîroz were ez ê binivîsim. Ez ê xêza tenik a di
...