Nameya Abdulla Peşêw bo Jan Dost:
Birayê zêde hêja û xoşewîst kak Jan Dost, silav: her wê roja ku romana te ya bi nirx Mîrname gihişte
destê min, min dest bi xwendina wê kir. Ez ji te venașêrim, berî ku dest bi xwendinê bikim ez bi
guman bûm ku kesek, çi kes be, nikare di nivîsîna babetekî wiha dijwar de bi ser bikeve. Bi taybetî
roman di serdemekê de diqewime ku ji her aliyan ve ji serdema me dûr e. Ji cil û bergan de bigire
heta bigihê awa û etîkên xwarinê. Karekî gele ...