Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933an de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqînê hatiye dinyayê. Lê bavê wî ji gundê Kirîva yê Gurdilana Sêrtê hatiye; lewma mexlesa wî ya helbestî “Gurdilî” ye. Li medreseyên Kurdistanê ji gelek seydayên hêja ders wergirtiye. Sala 1960î ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtiye. Nêzîkî 20 salan (1959-1978) li gundê Aqûba yê Bismilê (ku niha li ser Batmanê ye) melatî kiriye. Paşê çûye Diyarbekirê û êdî li wir di wezareta avadanîyê de xebitiye. Di sala 2 ...